Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg Geşbîn E ku Trump Peywendîya Amerîka ya ligel NATO Bidomîne


161025b-004
161025b-004

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Sêşemê geşbînîya xwe li ser serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump dîyar kir û got ku ewê pêgirîya Amerîka ya di nav NATO de bidomîne.

“Ez bê guman im ku Trump dê hemî soz û pêgirîyên Amerîka ya bi NATO cîh bîne jiber ku NATOyeke xurt, ne tenê bo Ewrupa, lê bo Amerîka jî girîng e.”

Stoltenberg got ku ew bi axaftina Trump ya ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin eciz nebûne jiber ku normal e serokekî nûhilbijartî, serokê Rûsî jî nav de, ligel rêberên cîhanê bipeyîve.

XS
SM
MD
LG