Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Wê Heather Nauert Wek Balyoza Amerîkî ya NY Destnîşan Bike


Medya Amerîkî dîyar dike ku Serokê Amerîka Donald Trump dê Berdevka Wezareta Derve Heather Nauert wek balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan bike.

Li ber e ku Trump biryara ser destnîşankirinê îro Înê ji Twitterê ragihîne.

Nauert berî ku bibe berdevka Wezareta Derve, di Fox News de pêşkeşvanî û nûçegihanî kiribû. Ew, berî wê kanalê jî di ABC News de xebitîbû.

Pisporên sîyaseta Amerîkî dibêjin ku Nauert nêzî Qesra Sipî ye û gelek caran bi Wezîrê Derve Mike Pompeo re serdana welatan dike.

Balyoza Amerîka li NY’ê Nikki Haley di meha Cotmehê de gotibû ku ewê di dawîya salê re dest ji erka xwe berde.

XS
SM
MD
LG