Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navalnaya Bang li Rûsîyan Dike ku Têkoşîna Dijî Putin Xurt Bikin


Arşîv: Yulia Navalnaya di dema li Berlin li hemberî avahiyê Balyuzxaneya Rûsya rawestiya bû
Arşîv: Yulia Navalnaya di dema li Berlin li hemberî avahiyê Balyuzxaneya Rûsya rawestiya bû

Rêberê muxalafeta Rûsî Yulia Navalnaya îro Sêşemê bang li ji sirgûnê alîgirên xwe kir ku têkoşîna dijî Serokê Rûsya Vladimir Putin bidomînin.

Navalnaya ser Putin, ku îro Sêşemê jibo dewreke din ya 6 salan sond xwar û jinûve dest bi kar kir, got ku ew kesekî "Derewînkar, diz û qatil" e.

‘’Welatê me niha ji alîyê diz, derewçîn û kujerekî ve tê bi rê ve birin, lê bêguman wê dawî li vê dewrê were. Dest ji têkoşînê bernedin, wê rastbûn bi ser keve.’’ Navalnaya got.

Navalnaya piştî mêrê wê Alexei Navalny li girtîgehê canê xwe ji dest da soz da ku ewê xebatên wî bidomîne.

Ew dibêje ku Putin, Navalny kuştiye lê Kremlîn vê îdiayê red dike.

Navalnaya dîyar kir ku şerê li Ukrayna û girtina muxalîfên sîyasî nîşan didin ku sozên Putin yên ser pêşvebirina maf û azadîyan û anîna aştî û aramîyê pûç in.

Wê got ku heta dizî û talana li Rûsya radiweste ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Putin di hilbijartinên meha Adarê de bi ferqeke mezin bi ser ket.

Kremlînê dîyar kir ku hilbijartinan nîşan daye ku piranîya Rûsîyan piştgirî didin Putin û ser Navalnaya û mêrê wê yê mirî jî got ku tundrê ne û bi pişgirîya dewletên Rojavayî hewil didin zararê bidin îstiqrara welêt.

Bi mirina Navalny û sirgûnbûn û hepsîbûna rêberên muxalefetê, derbeke mezin li opozîsyona li nav Rûsya ket.

Navalnaya got ku her çiqas têkoşîn zor e jî divê ew dijî şer û sextekarî li hev bicivin.

Wê dîyar kir ku di rêvebirîya Putin de ne li ber e ku Rûsya pêşve here û azadîyan bibîne.

Rêbera muxalefetê got ku divê li Rûsya û li welatên din yên cîhanê ti kes bi Putin bawer neke.

XS
SM
MD
LG