Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Hevrik Navalny, Piştî Xwepêşandanên Girseyî Derdikeve Pêş Dadgehê


Dema Alexei Navalny ji alîyê polîsan ve tê desteser kirin
Dema Alexei Navalny ji alîyê polîsan ve tê desteser kirin

Rêberê opozîsyona Rûsî Alexei Navalny, rokeje piştî ew û bi sedan xwepêşander di rêdeçûneke dijî dizî û perexwarinê de hatibûn binçav kirin, îro Duşemê derket pêş dadgehê.

Keremlîn protestoyan bi eşkereyî wek "provokasyona tundî" bi nav kir û amadekarên xwepêşandanê tawanbar kir ku dirav dane kesên genc ku tev li xwenîşandanê bibin.

Bi deh hezaran Rûsî, ser banga Navalny li seranser welêt derketibûn kolanan û helwesta karbidestên bilind ya hember dizî û bertîl rexne kiribûn.

Rêxistina OVD-Info ku zêdegavîyên mafên mirovan li Rûsya dişopîne, îdia kir ku tenê li Moskowê pirtir ji 1,000 kes di xwepêşandanan de hatine desteser kirin.

Ajansa dewletê TASS jî ji zarê karbidestên polîsên Moskowê ragihand ku wan Navalny jî di nav de, dora 500 xwenêşander desteser kirine.

Washingtonê desteserkirina Navalny û xwepêşanderan bi tundî şermezar kir.

XS
SM
MD
LG