Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje ku Navalny ji Komayê Derket


Rebêrê opozîsyona Rûsî Aleksei Navalny
Rebêrê opozîsyona Rûsî Aleksei Navalny

Nexweşxaneya Charite ya li Berlin ya Almanya îro Duşemê dîyar kir ku rewşa rebêrê opozîsyona Rûsî yê jahirkirî Aleksei Navalny baştir bûye û ji komayê hatiye derxistin.

Nexweşxaneya Charite ya Berlînê di daxuyanîyekê de ragihand ku Navalny ji komaya bi bijîşkî hatiye derxistin û nema girêdayî alava oksîjenê ye.

”Ew bersîva hîşyarîyên devkî dide. Jibo tespîtkirina bandorên dem dirêjî pir zû ye,” di daxuyanîya Nexweşxana Charite hat gotin.

Di daxuyanîyê de bi berdewamî tê ragihandin ku biryara parvekirina hûrgulîyên rewşa Navalny di encama şewirmendîya bi hevjina wî re hatiye dayîn.

Rebêrê opozîsyona Rûsî Alexei Navalny di 22' yê Tebaxê de jibo dermankirine ji Rûsya bo Almanya hatibû birin û ji vê dêmê vir ve li nexweşxaneya Charite ya li Berlinê, tê derman kirin.

Karbidestên Almanî hefteya borî gotibû ku encamên testan bi zelalî nîşan didin ku Navalny bi gaza kîmyayî ya Novichok hatiye jahr kirin.

Karbidestên Brîtanî jî ragihandibû ku gaza Novichok ya dema Sovyetê, di 2018'an de dijî sîxurê berê yê Rûsî Sergei Skripal û keça wî hatibû xebitandin.

Hêjayê bîrxistinê ye ku Navalny rexnegirekî xurt yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin e û ew meha borî nexweş ketibû û di 20'ê Tebaxê de bo dermankirinê ji Almanya re hatibû birin.

Pisporên çekên kîmyayî yên Almanya dibêjin ku test nîşan didin ku Navalnyê 44 salî bi gazeke ji dema Sovyetê hatiye jahrkirin loma hikûmeta Almanî hefteya borî ji Rûsya xwest ku ser jahrkirina gumanbar ya Navalny lêpirsînê veke.

Rûsya tevlîbûna Kremlin ya jahrîkirina Navalny red dike û Almanya jibo nedana delîlên di derbarê jahrkirinê de tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG