Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navalny Hevdîtina bi Angela Merkel re Piştrast Dike


Rêberê opozîsyona Rûsî Navalny
Rêberê opozîsyona Rûsî Navalny

Rêberê opozîsyona Rûsî Aleksi Navalny îro Duşemê piştrast kir ku Serokwezîra Almanya Angela Merkel li nexweşxaneya Berlînê serdana wî kiriye.

Karbidestên Almanî dîyar kiribû ku Navalny bi gaza kîmyayî ya Novichok hatiye jahr kirin.

Aleksi Navalny li ser hesabê xwe yê Twiteer îdayên medyayê red kir ku Merkel bi rengekî veşartî li nexweşxane serdana wî kiriye. Wî ragihand ku hevdîtinek hebû, lê divê meriv jê re nebêje ku veşartî ye.

“Erê, serdaneke taybet û axaftineke bi malbatê re bû. Ez gelek spasdarê serokwezîr Merkel im ku li nexweşxaneyê serdana min kir,” Navalny nivîsî.

Kovara Almanî Der Spiegel êvara Yekşemê, bê destnîşankirina çavkanîyeke, ragihandibû ku Merkel dema ku Navalny li nexweşxaneya Charite ya li Berlînê bû, serdaneke veşartî ji wî re kiriye. Kovarê di derbarê dema serdanê agahdarî nedabû, lê Navalny hefteya borî ji nexweşxaneyê hate derxistin.

Steffen Seibert, berdevkê Merkel roja Duşemê ji rojnamevanan re piştrast kir ku civîn pêk hatiye, lê Seibert îdayên nepenîbûna serdanê qebûl nekir.

"Ew di navbera serokwezîr û Navalny de civîneke taybet bû. Ew civîneke bi kesek re bû ku piştî êrîşeke bi gaza kîmyayî nexweş ket û ku li Almanya tê derman kirin."

Seibert da zanîn ku civîn hefteya borî pêk hatiye, lê wî di derbarê serdanê de yan jî planeke bo civînek din ti agahdarî ranegihand.

Wî dubare kir ku ji hêla laboratuarên li Almanya, Fransa û Swêdê ve di laşê Navalny de hebûna gazeke jahrî ya kîmyayî bi piştrastî hatibû dîtin.

Navalny bo 32 rojan li nexweşxaneya Charite ya Berlînê hat derman kirin û ew 24 ji wan rojan di bin çavderîya krîtîk de mabû.

Tîma wî ragihandibû ku Navalny wê demeke din li Almanya bimîne da ku peyvajoya dermankirina xwe bidomîne.

Hejayê bîrxistinê ye ku Navalny, sîyasetvanekî rexnegirê serokê Rûsya Vladimir Putin e, piştî du rojên jahrkirina wî di 22'yê Tebaxê de, jibo dermankirine bi firokekê ji Almanya te hatibû birin.

XS
SM
MD
LG