Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdara Rexnegirê Kremlinê Aleksî Navalny, ji Rûsyayê Revîyaye.


Aleksî Navalny, û berdevika wî Kîra Yarmysh,
Aleksî Navalny, û berdevika wî Kîra Yarmysh,

Ajansa nûçeyan ya Interfax îro Duşemê ji zarê du jêderan da dîyar kirin ku, ku Kira Yarmysh, peyvdara bi navê rexnegirê Kremlinê Aleksî Navalny, ji Rûsyayê revîyaye.

Yek ji jêderan ragihand ku Yarmysh çûye Helsînkî paytexta Fînlanda, Yarmysh heya niha bersîva daxwaza şîrovekirinê nedaye .

Dadgeheke Rûsya di vê mehê de, Yarmysh jiber binpekirina pîvanên COVID-19 tawanbar kiribû û bo 18 mehan sînordarkirina azadîya tevgerê, ceza lê birîbû.

Polîsan gotibû ji bo piştgiriya Navalny zivistana borî Yarmysh beşdarî protestoyeke neqanûnî bûye.

Dadgehê qedexe kir ku Yarmysh bi şev ji mala xwe derkeve, beşdarî xwepêşandanan be, û her wiha bêyî ku berê karbidestên girtîgehê agahdar bike, navnîşana mala xwe biguherîne.

Lê, Yarmysh got ku tawan bi sedemên siyasî hatiye kirin û serî bo betalkirinê serî li dadgehrê kiribû .

Karbidestên Rûsî berîya hilbijartinên parlemantoyê yên mehawere, li ser opozîsyonê givaştinan dikin.

Her wiha, gelek hevalbendên Navalny jiber ku rûbirûyê cezaya ji malên xwe dernekevin yan jî cezaya girtîgehê diman, ji Rûsyayê revîyane.

Navalny yê 44 salî, rexnegirê sîyasî yê herî navdar yê serokê Rûsya Vladimir Putin e.

Navalny niha li girtîgehê cezaya xwe ya bo 2.5 dikşîne ku jiber binpêkirinên pîvanên berdana wî ya berê ya bo dozek bergilgiriyê hatibû, ceza kirin.

XS
SM
MD
LG