Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtiyeka Brîtanî li Îranê  Dest bi Gireva Birçîbûnê dike


Nazanin Zaghari-Ratcliffe

Mêrê jineke Îranî ya Brîtanî ku bû sê sal in li Îranê girtî ye got wê dest bi gireveke birçîbûnê kir wek xwepêşandan li dijî girtina wê.

Richard Ratcliffe îro Şemiyê got ku Nazenîn Zagharî-Ratcliffe ji berpirsên dadweriyê re got ku ewê edî xwarinê red bike û wê tenê avê vexwe heta ku bêmerc bê azadkirin.

Ratcliffe got ew dê ji bo piştgiriya jina xwe li pêş balyozxana Îranî li Londonê rojiyê bigre.

Zaghari-Ratcliffe ku li gel baskê xêrxwazî yê ajansa nûçeyan Thomson Reuters kar dikir, di meha Nîsana sala 2016an de hate girtin bi tawanbariya pîlanên dijî hikûmta Îranê. Malbata wê wan îdîayan red dikin.

Ev gireva birçîbûnê tê di demekê de ku girjî di navbera Îranê û welatên Rojava de gur bûne, bi taybetî piştî êrîşa dijî du gemiyên niftê li tengava Hormuz.

XS
SM
MD
LG