Rêvebirya asayîşa Hewlêrê diyar kir ku hêzên wan karîne kesê ku tawanbare bi kuştina du mamostayên zanîngehê li Hewlêrê hatiye binçav bikin.
Du mamosteyên zanîngehê sibeha Sêşemê rastî êrîşa xwendekarekî hatin û di encamê de her du mamoste hatin kuştin û kesek din jî birîndar bû.
Li gor zaniyariyan xwendekarî 5 gulle berdane ser Dr. Kawan Îsmaîl, Ragirê kolêja yasayê ya zanîngeha Selahedîn li Hewlêr û di encam de Dr. Kawan hatiye kuştin, heman kesî êrîşî ser Dr. Idrîs Heme Xan mamostayê kolêja endazyarî ya Zanîngeha Selahedînê kiriye û di mala xwe de ji egera 3 guleyan canê xwe ji dest daye.
Rêvebirê ragihandinê yê zanîngeha Selaheddîn Saman Ebdullah di evê bareyê de ji Dengê Amerîka re got" bûyer gelek xerab bû, di dema destpêka kar de pêkhat, kesek weha li wêderê nebû, tenê hin kesên zû hatbûn li wêderê bûn, niha dewam asayî ye û tu kêşeke weha nîne, mamoste li ser karê xwe ne, bûyerên weha li hemû cîhanê rû didin, berî 2 salan jî li wezareta karebayê rûdaneke heman şêwe pêkhat bû, û li cihên din jî bûyerên weha rû didin."
Rêvebirê ragihandina zanîngeha Selaheddîn jî weha got "rewş gelekî baş e û xwendekar jî li ser karê xwe ne, û ezmûn jî tên dom kirin, tenê niha hêzên ewlekariyê li gel rêvebiriya zanîngehê lêpirsînan berdewam dikin û mijûlî evê pirsê ne."
Derbarê bûyerê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew bi şehîd kirina Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Idrîs Heme Xan gelek xemgînin û windakirina van her du mamosteyên rêzdar karesateke trajîk e. Ez serexweşî û sersaxiyê pêşkêşî xizm û malbatên wan li xwe jî dikim, ez beşdarî xema wan dibim. Serokwezîr dîsan got ku "wezareta karê navxwe û saziyên ewlekariyê karîn di demek kurt de tawanabarî desteser bikin û radestî yasayê bikin ji bo ku bigihîje sizayê xwe."
Serokê hikûmeta herêmê got "pêywsîte wezareta navxweyî û dezgehên ewledarîyê hemû rêkarên pêywsît bo ji navbirina çekên bê destûr û rû bi rûbûna tawankar û tawanbaran di her astê de werbigirin".
Serokê zanîngeha Selaheddîn li Hewlêrê ji aliyê xwe de derbarê rewşa li zanîngehê go "xwendin dê berdewam bibe û tedbîrên parastina mamosteyan hatine wergirtin û saziyên ewlekariyê bûyerê lêkolîn dikin û tawanbar dê bigihêje sizayê xwe."
Di bareya evê bûyerê de parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw Got "Êrîşkar pêşwext jî di tomara polîsan ya tawankariyê de hatiye tomar kirin û kesekî eşekere û diyare divê ew zû were desteser kirin û girtin."
Wezareta xwendina bilind û lêkolînên zanistî ya hikûmeta herêma Kurdistanê li ser bûyerê daxuyaniyek ragihandiye û dibêje "Sibeha sêşemê di bûyereke nexwestî û trajedî de, li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê, yek ji xwendekarên beşê yasayê bi çek êrîşî kampusa zanîngehê dike û mixabin, Dr. Kawan Îsmaîl ragirê kolêja hiqûqê ya Zanîngeha Selahedînê û Dr. Idrîs Heme Xan, profesorê endezyarî li Zanîngeha Selahedîn canê xwe ji dest dan û yek ji karmendên wan jî birîndar bû ye".