Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sabahattîn Korkmaz: Hebûna Hikûmeta Herêmê di Pêvajoya Îmrali de Girîng e


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji alîyê rêberên Kurdên Tirkîyê ve hate pêşwazî kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re roja Sêşemê serdana Tirkîyê kir û ligel karbidestên Tirk û rêberên girîng yên Kurdên Tirkîyê hevdîtininan pêk anî.

Tê nirxandin ku hatina birêz Barzanî rastexwe bi Pêvajoya Îmrali ve girêdayî ye ûew hatiye ku rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de gotûbêj bike.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de sîyasetvan û hiqûqnas Sabahattîn Korkmaz li ser vê serdanê dipeyîve.

Birêz Korkmaz dibêje, hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de pir girîng e. Rola ku Başûr di vê prosesê de bilîze, xem û tirsên derheqa nezelalbûna danûstandinan wê kêmtir bike.

Sabahattîn Korkmaz herwiha nerazîbûna xwe dîyar dike ku rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di meaja xwe ya Newrozê de tenê behsa daxwaza dewlet Tirk kirîye û qet qala azadî û mafên Kurdan nekirîye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG