Serokwezîrê berê yê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat Tirkîye û ligel serokwezîrê Tirkîye Tayyîp Erdogan û wezîrê karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu re kom bû.
Nêçîrvan Barzanî û Ahmet Davûtoglû beriya kombûnê derketin bêşebrê rojnamevanan û dan zanîn ku di hevdîtinan de zêdetir li ser rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan û li ser têkiliyên du alî radiwestin. Ahmet Davutoglu balê kişande ser giringiya herêma federal û vekirina konsolxaneya Tirkîye li Erbîlê.
Wezirê karên dervê yê Tirkîye got, “ em kêfxweşin ku Neçîrvan Barzanî buye mêvanê me. Hawê ku tê zanîn 31 cotmeha 2009 de ez çûm Erbîlê û ew serdana min pir baş derbas bu. Serdanên me yên dostanî pêk hatin. Piştî wê rojê ev cara yekem e ku dîsa em tên ba hev û emê di kombûnê li ser pêşketinan biaxivin. Serdana me ya Erbîlê pir girîng bû me xwest ku peywendiyên me bi domin. Piştî min wezirê karê navxo Beşir Atalay jî çû û me di 11 meha Adarê de konsolxaneyeke vekir li Erbilê. Ji ber vê hindê peywendiyên me nêztir û zêdetir bûne. Her woha ji aliyê aboriyê jî hevkariyên me û razemendiyên me zêdetir dibin, Bakûrê İraqê , ii bo me weke deriyeki giring yê tevahiya İraqê ye. Ahmet Davutoğlu diyar kir ku serdana Nêçirvan Barzanî ji ber ku rastê piştî hilbijartina Îraqê hatiye giring e. Her wiha da zanîn ku ewê rewşa encamên hilbijartinê jî binirxînin û got “ya girîng ewe ku bi hilbijardinên Îraqê demokrasî bi ser bikeve û tevekî partiyên İraqê ji bo ava kirina demokrasiyê bikevine hewldaneke hevpar.”
Ahmet Davutoglu got ku hevdîtinên bi Neçirvan Barzanî re dê li ser tekoşina li hemberê terorê û her wiha rewşa ewlekariyê dê binirxînin.
Nêçîrvan Barzanî di civîna rojnamevanî de li ser geşbûna têkiliyên herdu aliyan rawestiya û got "Ez kêfxweş im ku li Tirkîyê me û piştî demekî dirêj em tên ba hev. Seredana birêz wezîr ji bo Erbîlê û biryara vekirina konsolxaneyê pengaveke girîng e ji bo têkiliyên navbera herdu aliyan. Bê şik Tirkîye ji bo me welateke pir girîng e. Pêşdebirina pêywenidiyên Tirkiye ji bo Îraqê her wiha ji bo hikûmeta Federal jî pir girîng e. Em bi vekirina konsolxaneyê û bi pêşketinên peywendiyan pir xweş hal in. Em alikariyên Tirkîye yên berê ku ji bo welatiyên me kiribûn qet ji bîr nakin û em hêvî dikin ku peywendiyên me bi Enqere re dê roj bi roj zêdetir bibin. Emê bi birêz wezir re encamên hilbijartina İraqê nîqaş bikin.
Serokwezîrê berê yê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de li ser giringiya ewlekariyê jî sekinî û got “Em ewlekariya Tirkiye wek ewlekariya xwe dibînin. Ji bo ewlekariya her du aliyan jî hevkariyên me zêdetir dibe û em hêvîdarin dê zêdetir bibe.”