Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nefreta Vekirî ya Dijî Cihûyan li Seranserî Cîhanê Zêde Dibe


Li Los Angelesê zilamek ku dirûşma "Cihûyan bikuje" diqîre, hewl dide ku têkeve naba mala malbatekê.

Li Londonê ji keçên zarok ku li qada lîstikê re tê gotin ku ew "Cihûyên bêhnnexweş" in û divê ji pêlîstoka şemidantinê dûr bisekinin.

Li Çînê, postên ku Cihûyan dişibînin parazît, vampîr yan jî maran.

Ev çend mînakên bûyerên dijîtîya Cihûyan anku Antîsemîtîzm e ku piştî êrîşa çekdarên Hamasê li başûrê Îsraîlê di 7’ê Cotmehê û destpêkirina şerê Îsraîlê yê ser Gaza li serenserî cîhanê zêde bûne.

Anthony Adler yê 62 salî, li derveyî sînagokekê li Golders Green rûniştîye, taxeke Londonê ku bi civatek mezin ya Cihûyan li wirê dijî.

"Ev bo mirovek Cihû , ji Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve serdema herî tirsdar e. Berê jî pirsgirêkên me hebûn, lê di jîyana min de tişt qet ewqas xirab nebûne."

Adler, ku berprisê sê dibistanên Cihûyan e, piştî 7'ê Cotmehê jiber tirsa êrîşên dijî xwendekaran 2 ji dibistanan bi awayekî demkî girtiye û li her sê yan jî ewlekarî zêde kiriye.

"Tirsa herî mezin ew e ku êrîşek ser civaka me, ser malbat û zarokên me çê bibe," wî got.

Li welatên ku pêzanîn têne tomar û dîyar kirin, rêjeya bûyerên antîsemîtîk li gor heman heyama sala borî, ji 7ê Cotmehê vir ve ji sedî çend sed qat zêde bûne.

Di nav welatan de Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û Afrîqaya Başûr jî hene.
Li hin welatan yên wek Amerîka û Brîtanya ji 7’ê Cotmehê û vir ve jî bûyerên dijî Misilmanan anku Îslamofobîya jî gelek zêde bûne.

Di warê bûyerên antîsemîtîk de, piranîya wan ji heqareta devkî, xeberdan, gefên onlaynî, nivîsên ser dîwaran, û zarardayîna mal, milk, karsazî yên Cihûyan, yan jî avahîyên girîng yên olî, pêk tê. Herwiha di êrîşên fizîkî yên dijî Cihûyan de jî rêje zêdebûnek berbiçav nîşan dide.

Hêrsa kuştina bi hezaran Filistînîyan di bomberanên Îsraîlê ya ser Gaza de, bi gelemperî wek sedema êrîşên ser Cihûyan tê nîşandan ku pir caran bi karanîna gotarên dijî Cihûyan di dîroka dirêj ya antîsemîtîzmê têne tundkirin.

Pispora sîyasetê Nonna Mayer, endama CNCDH ya Fransa e û hevdem parazvana serbixwe ye mafên mirovan e, têgiheştina kesên li pişt bûyerên antîsemîtîk wiha rave dike.

"Nêrîna wan li ser pevçûnê çi dibe bila bibe, bi taybet siyaseta hikûmeta Îsraîlê bi tundî rexne bikin jî, Cihû bo wan wekhevê Îsraîlê ye , û wekhevê kuştina kzarokên Filîstînî ne ."

Hawirdora tirsê jibo gelek Cihûyan niha pirtir xirab e, ji zêdebûna demên berê antîsemîtîzma ku bi gurbûna tundîya li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye.

Li gor wan Cihûyan hêsta tirsê hinek jiber dijwarbûna şerê Gaza û hinek jî jiber travmaya 7’ê Cotmehê zêde dibe.

"Hizra ku Îsraîl sitargeha herî dawî bû, ku ev hizra ku bi êrîşa 7'ê Cotmehê, bi tevahî şikest," Mayer got.

Bûyera antîsemîtîkî ya herî metirsîdar li seranserî cîhanê êrîşkirina firokoxaneya li Daxistanê ya Rûsya roja Yekşemê pêk hat, girseyeke hêrsbûyî li rewîyên Cihû ji Tel Avîvê digerîyan ku zararê bidin wan.

Serokê Federasyona Civakên Cihû ya Rûsya, Haham Aleksander Boroda got ku hestên dijî Îsraîlê, dijî Cihûyên Rûs wek êrîşên eşkere xwe nîşan didin.

Shneor Segal, Hahamê serekî yê Aşkenazî li Azerbaycanê got ku bûyer nîşan daye ku kesên antîsemîtîk jibo terora ser jimara pir kêm ya Cihûyên ku hîn li Qafkasya mane, wê her sedemê bi kar bînin.

Lê, ne di vê astê de be jî, rêzek bûyerên li çaralîyê cîhanê tirs û alozîyên ku bandorê li civakên Cihû dike, didin berçavan.

Li Buenos Aires, ji xwendekarên dibistaneke Cihû ya naskirî hat xwestin ku cilên xwe yên asayî li xwe nekin da ku Cihûbûna wan neyê fêm kirin.

Dibistanên din rêwîtîyên gerê û ahengên li derveyî avahîyên xwe betal kirin.

Li Zanîngeha Cornell ya li eyaleta New Yorkê, ewlehî li dora Navenda Jîyana Cihûyan hate xurt kirin, piştî gefên onlaynî zêde bûne.

Li Johannesburg, xwepêşanderên alîgirên Filîstînê roja Şemîyê heta herêmeke ku civatek mezin ya Cihûyan li wirê dijî meşîyan. Wan wêneyên dîlên Îsraîlî ji dîwaran çirandin dema ku merasîma Şebatê li Sînagokekî nêzîk çêdibû.

Heya niha di bersîvên fermî yên ser zêdebûna antîsemîtîzmê welatan de cûdahî xuya kirin.

Li Amerîka û Ewrupaya Rojava, karbidest bi piranî ji civakên Cihûyan re demûdest piştgirîya xurt eşkere kirin, antîsemîtîzm şermezar kirin û ewlehîya li qadên têkildar xurt kirin.

Li Îsraîl, hikûmetê piştî bûyera Daxistanê got ku ger pir pêwîst nebe divê welatîyên Îsraîlî nerin derveyî welat. Hikûmetê hevdem ji Îsraîlîyên ku li derveyî welat dijîn jî xwest ku hişyar bin û xwe ji xwepêşandanan dûr bisekinin.

Li Çînê, heyaniha ti nîşanek tuneye ku hikûmetê jibo kêmkirina heqareta onlaynî ya antîsemîtîk ya li ser medya civakî gavekek berbiçav avêtiye.

Berdevikê wezareta derve ya Çînê got ku qanûnên Çînê bo belavkirina tundîyê, nefreta etnîkî yan cudakarîyê bi karanîna înternetê qedexe dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG