Reuters di raporteke xwe ya roja Pêncşemê de ragihand ku bihayên neftê Pêncşemê 25ê Hezîranê de vegeriyan asta berî şerî, piştî ku Amerîkayê ragihand ku rewşa keştîvaniyê li Tengava Hormuzê de dîsa nêzî rewşa normal bûye.
Her çend tevgera bazirganiyê baştir bûye, lê Îranê eşkere kir ku ew ê kontrola xwe ya li ser vê rêya girîng a navneteweyî bidomîne.
Hêzên Pasdarên Şoreşê hişyarî dan ku hemû keştî divê tenê rêyên ku ji aliyê Tehranê ve hatine destnîşankirin bi kar bînin û gotin ku her rêxistinek nû ya veguhastinê ku bêyî hevahengiya Îranê hatibe saz kirin, nayê qebûlkirin.
Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio geşta xwe yê li welatên Kendava Erebî qedand û hewl da ku piştgirî ji bo peymana destpêkî ya navbera Washington û Tehranê bistîne.
Rubio piştî civîna bi wezîrên derve yên welatên Kendavê re got ku hevalbendên Amerîkayê dixwazin li ser her pêngaveke rêkeftina Amerîkayê bi Îranê re agahdar bin, bi taybetî li ser mijara Tengava Hormuzê.
Di herêmê deçavdêr jî dibêjin ku gelek welat ji Yadaştanema Lihevtêgihîştinê nerihetin, û weha dinêrin û bawer dikin ku şertên û bendên rêkeftinê ji bo Îranê pir nerm in. Di nav wan şertan de alîkariyên aborî, sivikkirina hin cezayan û gotûbêjên li ser bernameya navokîya Îranê cih digirin.
Çavdêr dibêjin, herçende ku rêkeftin hatîye îmze kirin jî, lê nakokî li ser kontrola Tengava Hormuzê û mijarên ewlehiyê hîn jî berdewam in.
Serok Trump şeva Çarşemê jî li Washington di axiftina xwe de got "Ew ê ti carî qebûl nekin ku Îran bibe xwedî çekê navokê."
Herwiha Wezîrê Derve Marco Rubio jî Pêncşemê di dema bidawî kirina serdana xwe ya welatên Kendavê got ku "Amerîka dê rê ne de ti bacek li ser keştîvaniya li Tengava Hormuzê hebe."
Hêjayî gotinê ye ku doh Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright gotbû ku di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 20 milyon bermîl neft ji tengava Hormuzê derbas bûne.