Polîsê Nepalê îro Pêncşemê ragihand ku hejmara kesên di lehîya li welatê Başûrê Asyayî de hatine kuştin gihîştîye 359, di demekê de ku bi sedan kes hîn jî windayî dimînin.
Lehîya ku li deverên nêzîkî sînorê Nepalê ligel Çînê Çarşemê rabû, hejmareke mezin ji xanî û avahî li devera geştyarî li ber xwe birin.
Desteya Geştyarîyê ya Nepalê Pêncşemê ragihand ku 65 welatîyên Amerîkî di nav kesên ku heta niha ji ber lehîyê windayî de ne. Lê hinek raport dibêjin ku dibe hejmar bilindtir bibe, çûnkî rewşa awarte rê nade ku serhejmartineke durist ji bo kesên windayî pêk were.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio Çarşemê hevxemîya xwe ligel gelê Nepalê di vê dema dijwar de parve kir.
Rubio herwiha diyar kir ku Wezareta Derve amade ye ku alîkarîya mirovî pêşkêşî hikûmeta Nepalê bike.