Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nepalê 122 Çînî ku Gumana Karên Neqanûnî Desteser Kirin


Polîsên Nepalî ragihahd ku wan 122 jin û mêrên Çînî desteser kirin ku wek beşeke toreke tawankarîyê, bi vîzayên turîstî ketine nav axa Nepalê û di kiryarên gumanbar de cîh digirtin.

“Guman heye ku Çînîyên desteserkirî di tawan û êrîşên ser înternetê de cîh digirtin û makîneyên dirav kişandinê (ATM) hack dikirin. Ew niha li jimareke navendan desteserkirî ne û pasaport û kompîterên ji wan hatine sitandin,” berpirsê polîsan Uttam Subedi got.

Berdevikê Wezareta Derve yê Çînê Geng Shuang got ku polîsên wan û yên Nepalî di operasyonê de hevkarî kirin û ew dixwazin hîn pirtir alîkarîya cîrana xwe bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Nepalê û Çînê di Cotmeha borî de, dema serdana serokê Çînê Xi Jinping de peymanek îmza kiribûn ku di mijarên tawankarî de alîkarîya hevdu bikin.

XS
SM
MD
LG