Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nermîn Mehmûd:Huner Min Azad Dike


Huner bi giyanê mirovan ve girêdayî ye, ji ber wê ew sînor û astengiyan derbas dike û xwe dide pêş di her dem û her caran de.

Mêvana vê xelekê ji bernama Deng û Reng hunermend Nermîn Mehmûd e, ev keça bîst salî, bê hempa dixwaze bi hunerê derbirîniyên xwe bîne ziman, tevî ku xwendina wê cuda ye û pirr dûrî hunerê ye lê belê wê biryar daye ku destê xwe ji hunerê bernede.

Nermîn xwendina Textoriyê yan pizişkê li zanîngeha Şamê dixwîne, tevî rewşa zor û dijwar li Sûriyê û herêmên kurdî li wir, lê belê Nermîn bi piştevaniya dayik û bavê xwe hunera xwe li tenişta xwendina xwe berdewam dike.

Dibêje ku wê xwendina textoriyê dike ji bo ku pê jiyana xwe bike, lê belê xwena wê ew e ku studiya wê hebe û hunerê berdewam bike, ji ber ku li gorî wê huner wê azad dike.

şêwaza wê bêtir bi riwê mirovan ve girêdayî ye, û bi rengên sivik wan nîgar dike, lê belê ew hîna di destpêka rêka xwe deye û dixwaze ku hînî teknîk û şêwazên nû bibe.

"Divê em destê xwe ji xwenên xwe bernedin, û divê em hunerê kêm nekin , ew diyariyek pirr hêja ye bo mirovan." wisa Nermîn peyama xwe anî ziman, ku tu tişt nikare li pêşiya biryara mirvan raweste.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:01 0:00


XS
SM
MD
LG