Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

'Nesrîn' a Xelefê Zêbarî


'Nesrîn' a Xelefê Zêbarî
'Nesrîn' a Xelefê Zêbarî

Reşemî, sala 1968, Mûsil

- Li sala 1973 ji bo yêkemîn car min ev helbeste dav Mihemed Şêxo li Nawpirdan li Çomanê, demê bi seredan hatîye wêrê, her wesa Sebrî Botanî jî helbesta ez bûme pîrê xem civîn û Mistefa Etroşî helbestek dabûyê.

- Piştî çend rojeka Mihemed Sêxo çend rêzek ji helbesta min û ya Sebrî Botanî di hevpeyvînekê de li radyoya Kurdî li Bexda gotin.

- Sala 1975 li meha Avdarê Mihemed Sêxo vegeryav Çomanê û serheldana Kurdan bi dûmahî hat piştî rêkkeftina Cezayirê. Mihemed Sêxo ço ordagayê Rebetê li Îranê.

- Piştî hingî penaberêt Kurd bi ser bajêrêt Îranê da belave kirin û Mihemed Şêxo bire Gumbet Kawis li bakora Îranê.

- Di wan du sal û nîvêt ku ez li Îranê bûm, Mihemed Şêxo du helbestêt min kirin sitran ewjî Nesrîn û Kewê xurtê serê çîya bûm. Her wesa gelek helbestêt Mistefa Etroşî jî kirin sitran.

Nesrîn

Demê min to dîtî Nesrîn
herdû çavêt di reş digrîn
ewan çavan digote min
careka dî to min nabîn
dil û can li min bibîne xwîn

Ji hemî la min vebîn birîn
ji ber şenga didan zêrîn
ji ber şoxa bejin şirîn
te dêm têkel befir û xwîn
to ji gula bûy gula Nesrîn

Behar behî Nesrîn werya
kevne nêrî li ser çerya
heyfa min têt Nesrîn birya
rundik weriya ser wan rûya
ew çavêt reş gelek girya

Nesrîn xwezî te bibînim
to şîn dibî careka dî
ne ji wê binê ji bineka dî
ne ji wî warî ji warekê dî
xwezî çi car nehête cî
eger bêtin bi rengê dî

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG