Kompanya Nestle, ku kompanya herî mezin ya xwarinê ye, îro radigihîne ku ew ji toleyên aborî yên dijî Îranê, rûbirûyê bandoreke rastexwe nebûye.
“Em bi berdewamî pêşketinên sîyasî yên derbarê toleyên hember Îranê, ji nêzîk ve dişopînin. Di vê qonaxê de, bandoreke dîrekt li ser kiryarên me nebûye,” Nestle îro bi nivîskî ragihand.
Navenda Nestle Iran li Tehranê ye û du karxeneyên wê li Îranê hene. Yek ji wan li Qazvînê ye ku xwarina pitikan çêdike û ya din jî Polurê ku ava şuşekirî çêdike.
818 karkerên Nestle li Îranê hene û jimareke berhemên ku li Îranê tên, çêkirin ji welatên din re têne firotin.
“Bi berdestkirina berhemên xwarinê li Îranê, emê bi berdewamî hewcedarîyên gelê Îranê peyda bikin,” Nestle bi berdewamî got.