Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê got ku eewê êrîşên xwe yên dijî Hamasê bidomînin.
Givaştinên civata navnetewî zêde bûne Îsraîloperasyonên xwe yên li Refah û Gaza bisekinîne.
"Zexta navnetewî heye û her ku diçe zêdetir dibe, lê bi taybetî dema zext zêde dibe, divê em dijî hewildanên ser sekinandina şer mil bi mil tevbigerin."
Netanyahu dîyar kir ku Hamasê tawan pêk anîne û divê ew dijî wan kesan bisekinin ku hewil didin Îsraîlê wek berpirs nîşan bidin.
Serokê Îsraîlê got ku Refah ‘’keleha dawî ya Hamasê ye’’ û dîyar kir ku kesên ji wan dixwazin ku ew li wir operasyonan nekin ji wan re dibêjin ku di şer de têk biçin.
Netanyahu piştî çekdarên Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê, ku li gor karbidestên Îsraîlî di encamê de 1200 kes hatibûn kuştin û 253 kes jî dîl hatibûn girtin, soza pûçkirina Hamasê da.
Karbidestên saxlemî yên Filîstînî dibêjin ji 7’ê Cotmehê vir ve pirtir ji 30,000 kes hatine kuştin ku jiber vê rewşê li cîhanê dengên rexneyê û şermezarkirinê zêde dibin. ‘
Tê texmîn kirin ku bi qasî 1,5 mîlyon kes li Refah ya li nêzî sînorê Misirê asê mane.
Jêder: Reuters