Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Ser Êrîşa Dronî ya Hizbullahê Soza Tolhildaneke Xurt Dide


Israel Palestinians Generals' Plan
Israel Palestinians Generals' Plan

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ser êrîşa Hizbullahê ya dijî navendeke leşkerî ya Îsraîlîyan soza tolhildanê da.

Netanyahu li navenda leşkerî ya ku bibû armnca droneke Hizbullahê roja Yekşemê got ku bê ku gunehê wan li wê rêxistinê were ewê li wê bidin û hişyarî da ku ewê êrîş bigihîjin armancên destnîşan kirî yên li Beyrûtê jî.

‘’Beyrût jî di nav de, emê hemî li cîhên Lubnanê bê ku gunehê li me Hizbullahê were li wê bidin. Niha her tişt li ser danûstandinên operasyonî ne.’’

Wî dîyar kir ku wan di rojên borî de hêza xwe nîşan daye û ewê di rojên pêş de careke din hêza raber bikin.

Ji alîyê din ve, Balyozxaneya Amerîka ya li Lubnanê îro Duşemê bang li hemwelatîyên Amerîkî kir ku demûdest ji welêt derkevin.

Wê balyozxaneyê dîyar kir ku ew bi tundî dixwazin ku hemwelatîyan wan ji Lubnanê herin.

Di banga balyozxaneyê de hat gotin ku ewê firînên jibo hemwelatîyên ji Beyrutê derdikevin ne domdar bin.

Karbidestên Amerîkî yên li Stenbolê di rojên borî de gotibûn ku pirtir ji 1000 hemwelatîyên wan yên li Lubnanê bi awayekî derbazî Tirkîyê bûne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG