Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Şerê li Dijî Rejîma Îranê û Komên Wê Berdewam Dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Sêşemê ragihand ku Îsraîlê dê şerê dijî rejîma Îranê û komên girêdayî wê berdewam bike.

Di Roja Bîranînê ya Îsraîlê de, Netanyahu di peyamekê de ji bo malbatên yên ku xizmên xwe winda kirine, got ku "Her çend şerê me yê li dijî rejîma Îranê û komên ku Îran piştgirîya wan dike neqedîya be jî, lê Îsraîlê metirsîya wan a li ser hebûna xwe jinav biriye."

Netanyahu tekez kir ku “Em welatek in ku bi berdewamî ji bo parastina ewlekarîya xwe şer dike.”

Ajansa Reutersê di 10’ê Nîsanê de, anku rojekê piştî destpêkirina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, li ser zarê şeş karbidestên leşkerî yên Îsraîlê ragihand ku êrîşên 7’ê Cotmeha 2023’an stratejîya wî welatî guhertîye û ew xistîye rewşeke şer a nîv-herdemî.

Li gor Reutersê, tevî ku Amerîka û rejîma Îran di nav agirbestê de ne, Îsraîl bêtir axa cîranên xwe digire da ku xwe ji bo şerekî dirêj li seranserê Rojhilata Navîn amade bike.

Nathan Brown ji Sazîya Carnegie ya ji bo Aştîya Navneteweyî, ji Reutersê re got, "Rêberên Îsraîlê gihîştine wê encamê ku ew di nav şerekî bêdawî de ne. Şerekî li dijî dijminên ku divê bên belavkirin."

Rojnameya Jerusalem Post berê di şîroveyekê de rexne li Netanyahu girt û nivîsî ku "Netanyahu şerê bêdawî wekî karekî neçarî nîşan dide. Di heman demê de, ew qezencên biçûk ên şer wekî serkeftinên mezin difiroşe xelkê."

Rojnameyê herwiha got ku eger rêyên dîplomatîk û çareserîyên siyasî nebin, ti kes bisernakeve û tenê şerekî bêdawî li paş dimîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG