Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê, di preskonfêranseke de li Orşelîmê bi wezîrê derve Marco Rubio re got ku Îsraîl dê "karê" dijî Îranê bi piştgirîya Amerîka biqedîne.
"Di van 16 mehên dawîn da Îsraîlê derbeyeke mezin li xeta terorê ya Îranê da. Di bin rêberîya xurt a Serok Trump de û bi piştgirîya we ya biryarder, gumana min tuneye ku em dikarin û wê vî karî biqedînin," Netanyahu got.
Piştî êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmeha 2023’an de, Îsraîl dijî koma çekdar Hamasê ku Îran piştgirîya wê dike li Gazayê û hevalbendê Tehranê Hizbullah ya li Lubnanê şer da destpê kirin.
Îsraîl herwiha rûbirûyê êrîşên komên çekdar yên bi piştgirîya Îranê li Yemen û Îraqê ma, ku jibo piştvanîya bi Filîstîniyan hevkarî dikirin.
“Îsraîl û Amerîka li hember gefên Îranê mil bi mil disekinin,” Netanyahu got.
Netanyahu pêşwazîya hilbijartina Serokê Amerîka Donald Trump kir, ku Trump demûdest sîyaseta "zexta herî zêde" ya dijî Îranê vegerand, wek ya ku di serdema yekem ya seroktîya xwe de, li ser îdiayên ku Tehran dixwaze çekên navokî hilberîne.
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio di heman presskonferansa li Orşelîmê de li gel Netanyahu axifî.
Rubio dîyar kir ku Îran wê ti carî nebe hêzeke navokî û Komara Îslamî wek çavkanîya "tekane mezintirîn" ya nearamîyê li Rojhilata Navîn, bi nav kir.
Wezîrê Amerîkî got ger Îran xwedî çekên navokî be, wê hingê dê nikaribe xwe ji zext û çalakîyan parastî bihêle."
" Ger em behsa Hamasê yan Hîzbullahê yan jî em behsa tundîya li Kenara Rojava bikin, yan em li ser bêaramîya li Sûrîyê biaxifin, yan em li ser yek ji van mijaran bipeyivin, yannmilîtanên li îraqê, li pişt van hemûyan yek xalek hevpar heye, Îran," Rubio got.
Îran û Îsraîl sala borî jibo cara yekê rasterast êrîşên hevdu kirin, di nav zêdebûna rageşîya herêmî ku jiber şerê Gazayê derketibû.
Wek bersiva avêtina 200 mûşekan ji Îranê di 1’ê Cotmehê de, Îsraîlê di 26’ê Cotmehê de, bingehên leşkerî yên li Îranê bombebaran kir û ku 4 leşker hatin kuştin.
Di 13’ê Nîsanê de, Îranê dron û mûşek avêtin ser Îsraîlê, wek tolhildana êrîşa kujer ya 1’ê Nîsanê li ser konsulxaneya xwe ya Şamê, ku Îsraîl tawanbar kir.
Jêder: Reuters