Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Piştgirî Dide Rêkeftina Nû ya Amerîka û Îranê

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Netanyahu ji peymana nû ya Amerîka û Îranê razîye û dibêje "Pêdivî ye bernameya navokî û mûşekî ya Îranê Sînordar bibe, Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê piştî peyama serokê Amerîkayê Donald Trump ev yek ragihand.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di peymaekê ya X'ê de ragihand ku Serokê Amerîkayê, Donald Trump, îşev bi Serokwezîr Benjamin Netanyahu re bi rêya telefonî axivî û li ser lihevhatineke nû ya têgihiştinê (MOU) ya di navbera Washington û Tehranê de gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyê, armanca lihevhatinê destpêkirina danûstandinên fermî yên bi Îranê re ye. Her çend Îsraîl ne aliyek rasterast yê peymanê ye, lê Netanyahu pesnê pabendbûna Trump da ku encama dawîn a danûstandinan dê di berjewendiya ewlehiya Îsraîlê jî de be.

Peyama Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser wê yekê ku peymana dawîn divê çend xalên bingehîn di nava xwe de bihewîne; di nav wan de jinavbirina hemû materyalên navokî, hilweşandina bingehên zêdekirin û pêşxistina uranyûmê, sînordarkirina bernameya çêkirina mûşekan û dawî anîna piştgirîya Îranê ji komên çekdar ên ku hevpeymanên wê ne li herêmê.

Daxuyanî diyar dike ku Netanyahu hêvîdar e ku her peymanek di encama van danûstandinan de derkeve holê, bêhtir aramî û tenahîyê bo Rojhilata Navîn pêk bîne û metirsiyên ewlehiyê yên herêmî kêm bike.

Danûstandinên navbera Washington û Tehranê di demekê de tên ku herêm bi gelek alozî û girjiyên siyasî û leşkerî re rû bi rû ye, û gelek welat bi baldarî li encamên vê pêvajoyê dinêrin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG