Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Wê Îsraîl Berîya Hilbijartinan Êrîşê Îranê Neke

Serokê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Çarşemê ragihand ku berîya hilbijartinên 27’ê Cotmehê yên li Îsraîlê, ew ne alîgirê êrîşeke leşkerî ya dijî Îranê ye.

Wî got ku di vê demê de êrîşeke ne di berjewendîyên Îsraîlê de ye.

"Ev ji bo me ne guncaw e, ne baş e," wî di hevpeyvînekê de bi Radyo ya Artêşa Îsraîlê re, got.

Netanyahu di heman hevpeyvînê de, îdiayên hevrikên xwe yên siyasî red kirin ku ew dixwaze berî hilbijartinan pevçûneke leşkerî derxe.

"Ger Îran mûşekan jî biavêje ser me, ewê min tawanbar bikin," wî got.

Wî derbarê egera êrîşeke ser Îranê ya piştî hilbijartinê an jî ser hevdîtinên xwe yên dawî yên bi Washingtonê re yên têkildarê vê mijarê, ti hûrgilî neda.

Daxuyanîyên wî piştî raportên Axios û medya Îsraîlê hatin; ku li gor wan Netanyahu û Serokê Amerîka Donald Trump, berîya hilbijartinan egera operasyonên leşkerî yên nû yên dijî Îranê nirxandine.

Lê, Serokwezîrê Îsraîlê bi berdewamî hişyarî da Tehranê û hevpeymanên wê yên herêmî ku dijî Îsraîlê êrîşan nekin û got ku Îsraîl wê bersîveke tund bide her êrîşeke Îranê.

Netanyhau herwiha got ku komên girêdayê Îranê dikarin berîya hilbijartinan, dijî Îsraîlê êrîşên pêk bînin.

Amerîkayê û Îran ji 28'ê Sibatê ve di nava şer de ne, dema ku Amerîka û Îsraîlê êrîşê Îranê kirin û Tehranê bi êrîşên ser Îsraîl û welatên Kendavê bersîv da.

Îsraîl û Îranê ji Hezîranê ve rasterast êrîşê hevdu nekirine.

Dema ji Netanyahu hat pirsîn; ka gelo Îsraîl dijî êrîşên Hûsîyên Yemenê yên bi pîştgirîya Îranê, alîkarîya Erebistana Saûdî dike, wî wiha got.

“Ez naxwazim bikevim nav wan mijaran. Tenê dikarim bêjim ku gelek welatên Rojhilata Navîn piştî serkeftin û destkeftîyên me yên mezin jibo piştgirîyê serî li Îsraîlê didin."

Di hefteya borî de Erebistana Saûdî rastî gelek êrîşên mûşekî yên Hûsîyan hat; ku di nav de, êrîşa roja Şemîyê li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Riyadê jî hebû ku 13 kes hatin kuştin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG