Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Îsraîl ji Her Demê Bihêztir e

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê got ku şiyanên hêza esmanî ya Îsraîlê dihêle ku ew her dema pêwîst be dikare bigihîje her xalekê di qada esmanî ya Îranê de.

Roja Yekşemê di gotareke xwe de ku di platforma X'ê ya wezareta derve ya Îsraîlê de hatîye weşandin dibêje, "Îsraîl ji her demê bihêztir e, û divê Îsraîl her dem ji dijminên me pir bihêztir be."

Wî got, "Derbarê xurtkirinê de, em ê du birhêlên firokên pêşketî bikirin yên ji cûrê F-35 û F-15," bikirin.

Wî diyar kir ku "ev firoke dê serdestîya esmanî ya berbiçav a Îsraîlê xurtir bikin, serdestîyek ku di Operasyona sala borî û û niha di Operasyona "Orîna Şêr," de jî hate nîşandan.

"Pîlotên me dikarin bigihîjin her xalekê di qada hewayî ya Îranê de, û ew amade ne ku dema pêwîst be vê yekê bikin. Me firokên pêşketî û pîlotên pir jêhatî hene."

Netanyahu got, "Çend hefte berê, min ferman da ku projeyek taybetî were damezrandin da ku li dijî her gefekê rawestîn."

Wî destnîşan kir ku "em ê balafirên pêşeng ên ku ji hêla kompanîya "Blue & White" û "IWI"ve têne hilberandin pêşve bibin." Ev ê tevahiya rewşê biguherîne."

Netanyahu behsa zêdekirina budceya leşkerî kir û behsa stratejîya demdirêj kir û got "Di deh salên pêş de, em ê 350 milyar şekel (nêzîkî 119 milyar dolar) li budceya berevanîyê zêde bikin, bi armanca hilberîn û çêkirina çekan li Îsraîlê bixwe, ku hewcedarî ti welatên biyanî nebin."

Îsraîl dibêje piştî operasyona 7ê Cotmehê bi şêweyekî sîstematîk ewê lêçûnên berevanîyê zêde bikin ku salê kêmtir ji 100 milyar şekel bûn, bilind bikin bo 150 milyar şekel ên Îsraîlî.

XS
SM
MD
LG