Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îsraîlê Pêşwazîya Senator Lindsey Graham Dike

Serokwezîrê Îsrîalê B. Netanyahu û Senatorê Amerîkî Lindsey Graham
Serokwezîrê Îsrîalê B. Netanyahu û Senatorê Amerîkî Lindsey Graham

Serokwezîr Benjamin Netanyahu îro Duşemê li ofîsa xwe ya li Orşelîmê bi senatorê Amerîkî Lindsey Graham re civiya.

Senatorê naskirî yê Amerîkî Graham piştî civînên Konferansa Ewlehîyê ya Munich li Almanîya beşdar bû, serdana Îsraîlê kir û bi berpirsên payebilind ên wî welatî re kombû.

Serokwezîr Netanyahu di platforma X'ê de got ku wî li ofîsa xwe ya li Orşelîmê pêşwazî li Grahma kirîye û civînek lidar xistîye.

Wezîrê derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar jî, di X'ê de pesna senator Graham da û got "Senator Lindsey Graham yek ji senatorên Amerîkî yên herî bi bandor e û her wiha yek ji dostên herî mezin ên Îsraîlê ye li Amerîka û cîhanê."

Sa’ar got "Her tim bextewerîye ku mirov bi wî re kom bibe, û di serdana wî ya niha ya Îsraîlê de jî wisa bûye."

"Lindsey xwedî nêrînek jeopolîtîk a zelal e, ew xwedî arasteyek exlaqî jêhatîye di derbarê herêma me û derveyî wê de," herwiha "Em ê ji bo xurtkirina berjewendiyên Îsraîlê û hevalbendê me, Amerîkayê, bi hev re bixebitin, " wezîr Sa’ar got.

Ji alîyê xwe ve Lindsey Graham jî pesna hevalbendên xwe yên Îsraîlî da û di X'ê de bersiva peyama wezîrê derve yê Îsraîl da û got "Spas dikim hevalê min," wî da zanîn ku wezîrê derve Sa’ar mirovekî çak e û ji Îsraîl û Amerîkayê hez dike. Ew ji bo gelê Îsraîlê karekî mezin dike."

Ji hejî bîrxistinê ye ku Lindsey Graham ji derveyî Îsraîlê Kurdan û kemanîyên li herêmê destek dike, di perawêza Konferansa Munich a ewlehîyê de, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk HSD'ê, Mezlûm Ebdî re civîya bû û piştevanîya xwe û ya Amerîkayê bo kurdan dubare kirbû.

XS
SM
MD
LG