Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Dema Operasyona Refahê Dîyarkirî Ye


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Duşemê got ku jibo operasyona Refahê dem dîyarkirî ye.

Gotina Netanyahu li vê demê rast tê ku li Qahîre ya Misirê jibo agirbestê danûstandinên nû çêdibin.

‘’Îro ser danûstandinên li Qahîrê raporeke bi hûrgilî hat ber destê min. Jibo berdana rehîneyan û jibo serketineke tam ya dijî Hamasê em xebatên xwe didomînin.’’

Wî dîyar kir ku jibo serketinê divê hêzên wan herin Refahê û ‘’yekîneyên terorîst’’ yên li wî bajarî pûç bikin.

Netanyahu got ku wê hêzên wan herin Refahê û dîyar kir ku dema opearsyonê nîşankirî ye, lê ew dem eşkere nekir.

Refah devera dawî ye ku Filîstînîyên ji Gaza derketine xwe lê girtine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG