Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dibêje Ger Hamas Heta Şemîyê Dîlên Îsraîlî Bernede, Agirbest Dawî Dibe


Trump
Trump

Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu îro Sêşemê got ku ger Hamas heta nîvroya Şemîyê dîlên Îsraîlî azad neke, agirbesta li Gazayê wê bi dawî bibe.

Netanyahu hişyarî da Hamsaê ku artêşa Îsraîlîê wê jinûve dest bi êrîşa xwe bike, heta heta ku koma tundrê ya Filîstînî were têkbirin.

"Jiber daxuyanîya Hamasê ya derbarê binpêkirina peymanê û nehiştina dîlên me, şeva borî min ferman da Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ku hêzên xwe li hindur û derdora Kerta Gaza kom bikin û niha ew operasyon didome û ewê di demeke pir nêzîk de biqede."

Hamas wek beşek ji qonaxa yekê ya peymana agirbestê ya meha borî, dest bi berdana hin dîlan kiribû.

Lê, Hamas roja Duşemê ragihandibû ku ewê heta daxuyanîyeke din, berdana dîlan bisekinîne jiber ku Îsraîl bi darxistina çend êrîşên kujer û astengkirina alîkarîyên mirovahî hin şertên peymanê binpê kirine.

Serokê Amerîka Donald Trump, ku hevalbendê nêzîk yê Netanyahu ye, hişyarî dabû Hamasê ku heta nîvroya Şemîyê hemî dîlan berde yan jî ewê pêşnîyara betalkirina agirbesta Îsraîl û Hamasê bike, ku di 19ê Rêbendanê de katibû jîyanê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG