Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê dîyar kir ku li dadgeha bilind ya Neteweyên Yekbûyî (NY) derew û durûtî têne pêşkeş kirin.
Netanyahu dîyar kir ku bi tenê li cîhaneke serûbin bûye Afrîqaya Başûr dikare Îsraîlê bi komkujîyê tawanbar bike.
"Em dijî terorîstan şer dikin, em dijî derewan şer dikin. Lê em îro tiştekî berovajî dibînin. Îsraîl dijî komkujîyê têkoşînê dimeşîne, lê bi komkujîyê tê tawanbar kirin.’’
Netanyahu dîyar kir ku kesên ku ew dijî wan şer dikin zarok, jin, kal û pîr kuştine û termên wan şewitandine.
Serokwezîrê Îsraîlê got ku şirîkên Hamasê li Sûrîye û Yemenê bi mîlyonan kes kuştine, lê Afrîqaya Başûr bê deng maye.
Netanyahu, Afrîqaya Başûr bi durûtîyê tawanbar kir û dîyar kir ku heta ew serketineke tam bi dest dixin ewê berevanîya xwe bidomînin.
Jêder: Reuters