Îsraîl roja Yekşemê got ku ew ê hebûna Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) li başûrê Sûrîyê û ti hêzên din ên girêdayî desthilatdarên nû yên wî welatî qebûl neke û daxwaz kir ku ew herêm bêçek bibe.
HTŞ ya berê girêdayî El Qaîdeyê di 8ê Kanûnê de bi êrîşeke lezgîn Şam xist bin kontrola xwe, dawî li desthilatdarîya serokê wê demê Beşar el-Esed anî û Îsraîl hişyar kir ku hêzên xwe veguhezîne navçeyeke bêçekkirî ya di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî de li Sûrîyayê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, Îsraîl dê wek tedbîreke berevaniyê û heta ku pêwîst be, dê cihên xwe li wir biparêze.
Netanyahu di merasîmeke derçûna leşkerî de got: "Em rê nadin hêzên HTŞ an jî artêşa nû ya Sûriyê derbasî xaka başûrê Şamê bibin. Em daxwaza bêçekkirina tam a başûrê Sûriyê li parêzgehên Quneytra, Der’a û Sweydayê dikin."
"Û em ê tehdîdekê li ser mezheba Durzî li başûrê Sûriyê qebûl nekin," wî got.
Durzî, ku şaxek Îslamê pêk tînin, li Sûriyê û hem jî li Îsraîlê kemîne ye.
Sûriyê daxwaz ji Îsraîlê kir ku hêzên xwe ji wî welatî vekişîne. Netewên Yekgirtî dibêje, çûna Îsraîl bo nav axa Sûriyê binpêkirina rêkeftinên navdewletî ye û herwiha daxwaz kiriye ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.
Çavkanî: Reuters