Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu jibo Avakirina Hevpeymanîyeke Hikûmetê Giheşt Rêkeftinekê


Serokwezîr Îsraîlê Benjamin Netanyahu di kombûna kabîneya xwe xwane dibe
Serokwezîr Îsraîlê Benjamin Netanyahu di kombûna kabîneya xwe xwane dibe
Karbidestên Partîya Likud ya Îsraîlî dibêjin, Serokwezîr Benjamin Netanyahu jibo avakirina hevpeymanîyeke hikûmetê giheştîye rêkeftinekê.

Biryar e ev rêkeftin îro Pêncşemê were îmza kirin û paşê bi fermî were ragihandin.
Karbidest dibêjin ku hevpeymanîya Partîya Likud ya birêz Netanyahu dê ligel Partîya Yesh Atid ya sekuler, Partîya Mala Cihû ya rastgir û partîyeke biçûk ya navîn rêkeftinê pêk bîne.

Partîya Yesh Atid surprîzeke li dema hilbijartinên meha yekê yê Îsraîlê pêk anî û rêza duyê di wergirtina kursîyan de bidest xist. Lê, Partîya Serokwezîr Netanyahu kursîyên xwe kêm kir.

Bloka serokwezîr dîsa jî piranîya kursîyan bidest xist, lê nikarîbû bi tena xwe hikûmeta nû pêk bîne.

Hevpeymanîya nû, Partîya Kar bi 15 kursîyan wekî partîya herî mezin ya li derveyê hikûmetê dihêle.

Hêjayî gotinê ye, di Knesseta Îsraîlê de bi giştî 120 kursî hene.
XS
SM
MD
LG