Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya Îsraîlê: Netanyahu Pêncşemê Dê Serdana Îmaratan Dike


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Medyaya Îsraîlê îro Çarşemê ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu ewê sibe roja Pêncşemê serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) bike.

Li gor medyayê Netanyahu dixwaze berîya hilbijartinek nêz ya li Îsraîlê pêywendîyên nû yên herema Kendavê nîşan bide.

Ragihandinên medyayê, ji hêla ofîsa Netanyahu yan ji hêla Îmaratê ve nehatin piştrast kirin.

Li gor nûçeyan, Netanyahu dê bi prensê cîgir yê Îmaratê Mihemed bîn Zayed el-Nahyan re hevdîtinekê bike û di heman rojê de vegere welatê xwe.

Di nava Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîle de bi navbeynkariya Amerîka di 13'e Tebaxê de sala borî 2020ê, bo normalkirina peywendîyên dîplomatîk peymanek hatibû îmza kirin.

Herwiha, di Îlona borî de Îsraîlê bi Îmaret û Behreynê re têkiliyên fermî danî

Her du welat di derbarê Îranê de fikarên hevpar parve dikin. Nehat eşkere kirin ku ka dê Netanyahu serdana Bahreynê jî bike yan na.

Netanyahu plan kiribû ku di Sibatê de serdaneke yek-rojî ya li Kendavê bike, lê bi sedema pêyvajoya pandemîya vîrusa korona serdan hatibû paşve xistin.

Netanyahu, di sîyaseta alozdar ya Îsraîlê di nava du salan da bo cara çara peşwazîyê dike da ku jinûve were hilbijartin.

Wî, bernameya vaksînlêdana lezgîn ya COVID-19 û rola xwe ya bo avakirina têkiliyên nû yên li herêma Kendavê wek mijarên sereke yên kempenya xw ya hilbijartinê bi kar tîne.

Gelek turîst û rêvebirên karsazîyên Îsraîlî berîya girtina balafirgeha Tel Avîv ya jiber pandemîya COVID-19 di Berfanbarê de çûn Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî.

Li Îsraîlê, qedexe û tedbîrên bi sedema vîrusa korona roja Yekşemê hat sist kirin.

Di hevpeyvînekê bi Radioya Artêşa Îsraîlî re, roja Sêşemê, Netanyahu bang li hilbijêran kir ku wî di 23'ê Adarê de jinûve hilbijêrin da ku ew 'peymanên aşitîyê yên bêtir' li heremê pêk bîne, û hevdem ' Îran pirtir xwedîyê çekên navokî nebe '.

XS
SM
MD
LG