Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîyar kir ku ewê nehêlin ku Îran li Sûrîyê bingehekê çeke.
‘’Siyaseta me ya ser astengkirina veguhastina çekan ji Sûrîyê ber bi Hîzbullah ya Lubnanê neguherî. Ger pêwîst be emê bi kiryarên li pişt vê siyasete bisekinin.’’ Netanyahu got.
Artêşa Sûrîyê raihandibû ku Îsraîlê bi firokên cengê û muşekan êrîşî herêmeke li nêzî Şamê kiriye
Netanyahu da zanîn ku Îran dixwaze li Derya Sipî ji Tehranê heta Tartusê, li erdên ber bi Yemenê dirêj dibin jî, tevî Rojhilata Navîn dixwaze çeke.
Netanyahû dîyar kir ku ewê rê li ber çêkirina bingehên Îranê bigirin.