Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Duşemê hişyarî da Hizbullaha li Lubnanê û piştgirên wê yên Îranî ku ger têkevin şer ewê berdêlên giran bidin.
“Me li bakur neceribînin. Şaşîya berê mekin. Îro, berdêla ku hunê bidin wê gelek girantir be,” Netanyahu şerê sala 2006’an ya bi Hizbullahê bi bîr xist.
Netanyahu, di axaftina xwe ya li Knesseta Îsraîlê de Hamas şiband Nazîyan û got ku divê cîhan bo têkbirina Hamasê bibe yek.
Artêşa Îsraîlê di çend rojên borî de piştî êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê, êrîşî Hizbullahê jî kiribû.
Hizbullah jî îro ragihand ku çekdarên wê êrîş birine ser pênc xalên Îsraîlê yên li bakurê wî welatî. Televîzyona wê el-Manar jî êrîşên Hizbullahê wek bersîvdana bombebarana Îsraîlê ya ser bakurê Lubnanê ragihand.
Piştî êrîşa Hamasê, navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê di çend rojên borî de li ser sînorê Lubnanê êrîşên çekdarî diqewimin.
Artêşa Îsraîlê îro jiber alozîya çekdarî ya bi Hizbullahê re, fermana valakirina 28 gundên Îsraîlî yên nêzî sînorê Lubnanê da.
Jêder: AP, AFP