Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Bang li Dewletên Ewrupa Dike ku Dijî Tehranê Toleyên Otomatîk Ragihînin


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Yekîtîya Ewrupa (YE) xwest ku dijî Îranê ‘’toleyên otomatîk’’ ragihîne.

Netanyahu da zanîn ku Îran li gor peymana navokî ya sala 2015’an tevnagere û divê Ewrupa li gor rewşa dawî hin gavan biavêje.

‘’Ez dixwazim careke din bibêjim ku Îsraîl nahêle ku Îran çekên navokî çêke û ez bang li welatên Ewrupa dikim ku li gor biryarên peymanê tevbigerin.’’ Netanyahu got.

Wî bi bîr xist ku welatên Ewrupî di peymanê de dane zanîn ku ger Îran li gor peymanê tevnegere ewê toleyên otomatîk yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihînin.

Îranê li hember toleyên Amerîkî dîyar kiribû ku ewê kapasîteya bo uranyumê firehtir bike.

Tehran dide zanîn ku ew li gor peymanê uranyuma xwe xurttir dike.

XS
SM
MD
LG