Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Bang li Dewletên Cîhanê Dike ku Zexta li Ser Îranê Zêde Bikin


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bang li bîragiştî kir ku zexta li ser Îranê girtantir bikin.

Netanyahu da zanîn ku Îran ser bernameyên navokî ‘’derewan dike’’ û dîyar kir ku ew karên xwe yên bo pirkirina uranyumê didomîne.

‘’Ez bang li hemî neteweyan dikim ku ligel Amerîka û Îsraîl bin û zexta li ser Îranê zêdetir bikin.’’ Netanyahu di peyameke bi dîmen de got.

Wî di rojên borî de jî gotibû ku Îran li hember cîhanê gefan dixwe, lê ewê li ber wan serî netewînin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG