Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Leşkerekî Îsraîlê bi Kêrê Hat Kuştin


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîyar kir ku Filîstînîyekî leşkerî Îsraîlê bi kêrê kuştiye.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku termê leşkerê Îsraîlê li bakurê bajarê El Xelîl hatiye dîtin û di canê wî de şopên kêran hebûne.

Her çiqas Netanyahu got ku êrîşvan Filîstînî ye jî artêşê ser nasnameya êrîşvan ti agahî neda.

Netanyahu da zanîn ku hêzên ewlekarîyê bo dîtina êrîşvan dest bi lêgerînê kirine.

Li El Xelîlê, Îsraîlî û Filîstînî gelek caran pev diçin.

XS
SM
MD
LG