Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Piştî Dengdana li NY'ê Spasîya Serok Trump Dike


Trump û Netanyahu li Orşelîmê, Gulan 2017
Trump û Netanyahu li Orşelîmê, Gulan 2017

Bernivîsa ku ji hemî endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) dixwest ku xwe dûrî fikra vekirina misyona dîplomatîk li Orşelîmê bidin, li Civata Giştî ya NY’ê bi 128 deng hat pejirandin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî biryarê dîyar kir ku ew ‘’encama dengdanê qebûl nakin’’

Serokê Fîlîstînê Mahmud Abbas jî da zanîn ku encama dengdanê ‘’bo Fîlîstînê serkeftinek e.’’

Netanyahu berî dengdanê bo NY’ê gotibû ku ‘’mala derewan e'' û piştî dengdanê jî wiha axifî:

‘’Îsraîl jiber helwesta wan ya zelal ya ku piştgirîya Orşelîmê dike spasîya Serokê Amerîka Donald Trump û welatên din yên li alîyê Îsraîlê deng dane dike’’

Bernivîs ji alîyê Tirkîye û Yemenê ve hatibû hazir kirin. Ji 193 endamên NY’ê, 9 dewlet dijî bernivîsî deng dan û 35 dewletên din jî bêalî man.

XS
SM
MD
LG