Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî Spasîya Nikki Haley Dike


Berdevkê NY'ê Stephane Dujarric
Berdevkê NY'ê Stephane Dujarric

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric piştî karvekişîna Balyoza Amerîka li NY’ê Nikki Haley got ku ew bi Haley re ‘’di rojên gelek dijwar de bi awayekî baş’’ xebitîne.

Dujarric dîyar kir ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres jiber hevkarî û piştgirîya Heley spasîya wê dike.

Dujarric da zanîn ku ew bi Haley re bo xurtkirina peywendîyên NY û Amerîka pir xebitîne û pêşdeçûnên girîng bi dest xistine.

Wî dîyar kir ku Guterres li bendê ye ku bi kesê/a ku li şûna Haley were tayîn kirin re jî bi awayekî xurt bixebite.

Li ser pirsekê, Dujarric da zanîn ku ew karvekişîna Heley ji medya hîn bûne û bi bîr xist ku Haley û NY ser mijarên zor yên wek guherînê îqlimê û penaberan xebitîne.

Dujarric da zanîn ku Haley berevanîya pozîsyona welatê xwe kiriye û tevî şertên dijwar jî bi NY’ê re bi awayekî baş xebitîye.

Dujarric bi berdewamî dîyar kir ku heta erka Haley bi dawî dibe dê NY bi wê re xebatên xwe bidomîne û piştre bi balyoza nû re jî dê bi awayekî xurt bixebitin.

XS
SM
MD
LG