Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Êrîşa li Lîbya Şermezar Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antoni Guterres ser êrîşa dijî kampa penaberan ya li nêzî Trablusa paytextê banga vekolînê kir.

Di êrîşa esmanî de 44 kes hatibûn kuştin û pirtirê 130 kes jî birîndar bûbûn.

Guterres ser êrîşê got ku ‘’hovane’’ ye û êrîş şermezar kir.

Yekîtîya Ewrupa (YE) jî bang li NY’ê kir ku ser êrîşê dest bi vekolînekê bike.

Hikûmeta li Trablusê ser êrîşê yekîneyên girêdayî General Xelîfe Hefter tawanbar kiribû, lê wan ew îdia red kirin.


XS
SM
MD
LG