Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî bo Jinan Banga Wekhevîyê Dike


Berpirsa Jinan ya NY Phumzile Mlambo-Ngcuka
Berpirsa Jinan ya NY Phumzile Mlambo-Ngcuka

Komîsyona Rewşa Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Înêyê piştî nîqaşên tund li ser belgeyekî li hev kir ku dibêje kiryarên dijî mafên jinan û redkirina çareserîya pirsgirêkên nasnameya zayendî didome.

Hevdem, sazîya NY bang kir ku divê rêjeya jin di girtina biryarên cîhanî de pir zêde bibe.

Komîsyona Rewşa Jinan nexşerêya bo avakirina wekhevîya zayendî ya ku 25 sal berê di konferansa jinan ya Pekînê de hatibû pejirandin, jinûve erê kir û mijarên sereke yên rojevê ragihand.

Di belgeya Komîsyonê de nehevsengîya hêzê ya di navbera jin û mêr ya di jiyana giştî de û zêdebûna bandora şîdeta ya dijî jin û keçan ya cîhana dîjîtal de jî destnîşan kir.

'Encamên Lihevkirî' yên Komîsyonê ji hêla 193 welatên endamên NY ve hatin gotûbêj kirin û di dawîya civînek du hefteyan de ji alîyê 45 endamên komîsyonê ve hat pejirandin.

Sazîya jinan ya NY dîyar kir ku bêtirî 25.000 endamên civata sivîl bi piranî bi civînên onlaynî beşdar bûne û 200 bûyer ji hêla welatên endam û zêderî 700 bûyerên nûnerên civaka sivîl pêk hatiye.

Berpirsa Jinan ya NY Phumzile Mlambo-Ngcuka daxwaz ji welatên endam kir ku pêşniyaran mîna bingeh bikar bînin û kiryarên baştir bikin.

Di rapora bi 23 pelan de, komîsyon ji hikûmetan daxwaz dike ku di hemî astan de, gihîştina saxlemîya cinsî ya gerdûnî, hilberîn û mafên hilberînê ava bikin.

Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris jî tevlî rûniştinekî bû û ji komîsyonê re got 'statuya jinan statuya demokrasî yê ye' û rêvebirî ya Serok Joe Biden dê bixebite da ku her du jî baştir bike.



XS
SM
MD
LG