Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku çekdarên koma Ehrar el-Şerqîye li bajarokê Cîndirêsê ya li başûrê rojavayê Efrînê 4 kes kuştin û 3 kesên din jî birîndar kirin.
“4 kes hatin kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn, dema ku komeke xortan êvara Duşemê agir berdan li nêzîkî malên xwe li ser rêya Sanaa, çekdarên Ehrar El-Şerqiye heqaret li Newrozê kirin û bi hovane gule berdan ku hemû endamên malbatekê,” SOHR got.
Jêderên xwecîhî ragihand ku kesên ku hatine kuştin Fehredîn Osman, Mihemed Osman, Nezmî Osman û Mihemed Ferhedîn Osman in.
Hêjayî gotinê ye ku piştî bûyerê gel daket kolanan û nerazîbûn ji êrîşê re nîşan dan û bi dirûşmeyên “Azadî, Azadî” û “Şehîd namire” daxwaza derxistina komên çekdar ji bajarok kirin.