Nûçegîhana Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka Newroz Reşo ji alîyê Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media /USAGM) ve hêjayî ‘Xelata David Burke ya Rojnamevanîya Bijarte’ hate dîtin.
Xelata Burke, ku îro bi merasîmeke onlaynî hate ragihandin, ji rojnamevanên herî serketî û bijartî yên pêkhatîyên USAGM re têne dayîn û Reşo li ser navê sazîya Dengê Amerîka (VOA) ev xelat wergirt.
Xelata Burke yek ji xelatên giring yên USAGM e ku ji wan rojnamevanên bijarte re tê dayên ku di bin mercên dijwar de karên girîng kirine û bûne dengê kesên ku dengê wan nayê bihîstin.
Reşo di dema dagîrkirina Efrînê ya ji alîyê leşkerên Tirk û çekdarên tundrê yên girêdayî wê de gelek çîrokên bi êş gihandibûn bîragiştî û bavê wê jî di topbarana Tirkîyê de gîyanê xwe ji dest dabû.
Hêjayî balkişandinê ye ku Dengê Amerîka (VOA) beşek ji USAGM e û navenda wê li Washington, DC ye.
Herwiha, Radyoya Ewrupaya Azad /Radyo Azadî, Ofîsa Weşanê ya Kuba, Radyo Asyaya Azad û Torên Weşanê ya Rojhilata Navîn (MBN) di bin banê wê sazîya fermî de dixebitin.