Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Amadekar, Plansazîya Newroza Wanê Eşkere Dike


Preskonferansa Komîteya amadekarî ya newroza Wanê
Preskonferansa Komîteya amadekarî ya newroza Wanê

Komîteya amadekarî ya newroza Wanê, di perskonferasekê de plansazîya xwe ya newrozê eşkere kir û bo beştarbûna newrozê bang li rûniştvanan kir.

Preskonferas li otelekê, bi beştarbûna hejmarek sîyasetvan û sazîyên sîvîl pêk hat. Li gor plansazîyê îsal newroz dê di 20 Adarê de li qeleya Wanê bi girsehî were pîroz kirin.

Wek axaftvan dê cîhgirên hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknaz Uca û Tayîp Temel û Serokê Partîya Insan û Azadîyê (PIA) Mehmet Kamaç û hejmarek nûnerên partîyên sîyasî û sîvîl beştar bin. Herwiha hunermendên îsal jî wek Koma Pel, Elenora, Ayfel Duzagaç û Koma Lawje hatine dîyar kirin.

Herwiha li herema Serhedê agirê newrozê wek destpêk, dê di 17’ê Adarê de li bajarokê Erdîşa Wanê pêkevit û dê birêzê ve di 19’ê Adarê de Bajarokê Patnosa Agarî, Idîr û Muşê, di 20’ê Adarê de jî li Wan, bajarokê Bazîda Agirî, bajarokê Tetwana Betlîs, Hekarî û bajarokê Kopa Muşê û herî dawî li bajarê Agirî, Erdêxan, Qers, bajarokê Tekmana Erziromê û bajarokê Gevera Hekarîyê newroz were pîroz kirin.

Preskonferansa Komîteya amadekarî ya newroza Wanê
Preskonferansa Komîteya amadekarî ya newroza Wanê

Piştî eşkere kirina plansazîya newrozê Hevserokê rêxistina Partîya Heremên Demokratîk (DBP) yê Wanê Çetîn Uyar got ku hêvîdarim newroza îsal bibe azadîya tevahîya Kurdistanê û azadîya girtîyên sîyasî.

Uyar newroza hemî gelan pîroz kir û bangawazîya kir ku rûniştvanên herêma Serhedê beştarî newroza Wanê bibin û daxwazên xwe yên hevpar bînin ziman.

“Ji gund û bajorkan ku 7’ê heya 70’ê salîyê bila rûniştvanên me beştarî newroza Wanê bibin û qadê tejî bikin. Armaca me ew e ku em li qadê mîlyonekê berhev bikin. Emê bi vê yekê bersivek baş bidin cîhanê û sîstemê û emê bêjin em hene, Kurd hene û hun nikarin serokê û girtîyên me yên sîyasî tecrîd bikin. Herwiha hun nikarin zimanê me qedexe bikin û partîyên me yên sîyasî jî bigirin. Emê bi vê yekê destê rêvebirên xwe û serokê xwe xurt bikin.”

Piştî pres konferasê beştervanan bi hevra govend gêrandin.

Raporta Wanê 13 03 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00

XS
SM
MD
LG