Lînkên eksesibilîtî

Mêvanên ji Kantona Kobanê Beşdarî Newroza Stenbolê Dibin


Newroza Stenbolê ya 2013
Bi hatina Cejna Newrozê re li bajarê herî mezin yê Tirkîyê Stenbolê jî amadekarî bi xûrtî berdewam dikin.

Newroza 2014’an 23’yê Adarê li Stenbolê li qada Kazliçeşme bi ahengeke mezin tê pîroz kirin.

Wê roja pîrozbahîyê ciwan bi mebesta xwedîderketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, qasî 4 kîlometran meşekê ber bi qada Newrozê li dar bixin.

Di bernameya taybet de, herwiha ji Kantona Kobanê ya Kurdistana Sûrîyê jî şandeyeke 3 kesî ya komîsyona derve dibe mêvanê Newroza Stenbolê.

Rêvebirên BDP’ê dîyar dikin, piştî xwendina nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya li Newroza Amedê bi 2 rojan, wê li Stenbolê jî ji peyama Ocalan û pêvajoya aştîyê re xwedîderketine mezin pêk were.

Alîkarê Hevserokê Rêxistina Bajêr yê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Erkan Karabay li ser amadekarîyên cejnê agahî dan Dengê Amerîka.

Wî got, me 2 sed hezar belavok jibo banga Newrozê li seranserî Stenbolê belav kirine ku em hêvî dikin li meydana Newrozê girseyên mezin kom bibin.

XS
SM
MD
LG