Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) bernameya xwe ya hevpar ya jibo Newroza 2017'an eşkere kirin.
Li gor bernameyê, dê çalakîyên Newrozê di 17'ê Adarê de li Nisêbînê destpê bikin û di 21'ê de jî li Amed û Wanê bi dawî bibin.
Her du partîyan ragihandin ku slogana Newroza îsal ''Emê teqez bi ser kevin'' e.
Tê plan kirin ku Newroz di 5 rojan de li 35 cîhan were pîroz kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku li Tirkîyê ji hewila darbeyê vir ve rewşa awarte dom dike û gelek caran xwepêşandan, çalakî û daxuyanî têne asteng kirin.
Bernameya Newrozê ya DBP û HDPê wisa ye:
17'ê Adarê, În
Nisêbîn
18'ê Adarê, Şemî
Îzmîr, Bursa, Edene, Dêrsim, Dîlok, Qoser, Meletî, Bazîd, Manîsa, Kocaelî, Sêrt
19'ê Adarê, Yekşem
Stenbol, Mêrsîn, Antalya, Riha, Gever, Êlih, Qonya, Dep, Qers, Hatay, Qoser
20'ê Adarê, Duşem
Mûş, Cizîr, Semsûr, Îdir, Bedlîs, Colemêrg, Agirî, Çewlig
21'ê Adarê, Sêşem
Amed, Wan