Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernameya Newroza Wanê Eşkere Bû


Newroza Wanê (Adar 21 2019)
Newroza Wanê (Adar 21 2019)

Newroza îsal dê li 30 bajêrên Tirkîyê û heremên Kurdan bi giştî 61 navendan, di bin tedbîrên hember belavbûna vîrusa korona de werin pîroz kirin.

Li Wanê amedekarîyên pîrozbahîya Newrozê destpê kirin û naveroka bernameya roja Newroza jî eşkere bû.

Walîtîya Wanê ku ev 5 sal in hemî xwepêşandan û daxuyanîyên ragihandinê qedexe dikir, jibo pîrozbahîya Newroza Wanê destûr da.

Newroza Wanê di 21’ê Adarê de bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û em azad bibin" li ber keleha Wanê dê were pîroz kirin.

Li gor bernama komîteya amadekarîya Newrozê, Hevseroka Giştî ya Partîya Herêmên Hemokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û hunermend Xecê, Azad Bedran, Vardiya û Koma Awaz dê beştarî cejna îsal bibin.

Serokê Komîteya Amadekarîya Newroza Wanê Sedat Duşunmez dîyar kir ku pîrozbahîya Newrozê dê di bin tedbîrên hember balavbûna vîrusa korona pêk were.

"Gel jiber belavbûna vîrusa korona Newroza sala borî nekarîbû pîroz bikira, lê em îsal bawer in ku Newroz bi çoşeke mezin were pîroz kirin. Jibo azadî û berxwedana hemî gelên bindest, em gelê Wanê daxwazî qada newrozê dikin û em bi hevre bêjin, em livir in û em dixwazin azadî hebe. Newroz jibo hemî gelan pîroz be.”

Hêjayî birxistinê ye ku pîrozbahîyên Newroz'a 2020’an jiber pandemîya vîrusa korona hatibûn betalkirin û gel bi pîrozbahîyên biçûktir Newroz pîroz kirîbûn.

AA_16_03_21_Bernameya_Newroza_Wanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG