Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê New Yorkê bo Testên Vîrusa Korona Alîkarîya Hikûmeta Federal Dixwaze


Andrew Cuomo
Andrew Cuomo

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo dîyar kir ku divê hikûmeta federal bo zêdekirina testên vîrusa korona pirtir alîkarî bide eyaletan.

Cuomo bi preskonferansekê da zanîn ku rêvebirîyên eyaletan jiber vîrusa korona bi rewişeke giran re rû bi rû mane û hikûmeta federal jî alîkarîyeke baş nekiriye.

Wî got ku bo testên vîrusa korona ‘’alozî’’yek heye û ew didome.

Serok Donald Trump jî gotibû ku divê walîyên eyaletan pêwîstîya bo testan birêve bibin.

Dema Cuomo di preskonferansê de diaxifî, Trump ji Twitterê dîyar kir ku divê ‘’kêmtir gazinc û pirtir kar’’ bike.

Li New Yorkê pirtir ji 220,000 pêketîyên vîrusa korona hene û 17,131 kesan bi wê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG