Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Terorî de 8 Kes li New Yorkê Hatin Kuştin


Êrîşvanê New Yorkê Sayfullo Saipov
Êrîşvanê New Yorkê Sayfullo Saipov

Li Manhattan ya New Yorkê, ajotvanê kamyonekê ket rêka bisîkletê û kesên li rê qelibî.

Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio dîyar kir ku ‘’êrîşeke terorî’’ pêk hatîye û 8 kes jîyana xwe ji dest dane. Blasio da zanîn ku 11 kesên din jî birîndar bûne û rewşa wan ne krîtîk e.

Berpirsê Ewlekarîya New Yorkê James O’Neill dîyar kir êrîşvan hatiye girtin û mêrekî 29 salî ye.

Medya Amerîka ragihand ku navê êrîşvan Sayfullo Saipov e, di sala 2010’an de ji Ozbekîstanê hatiye Amerîka û li Florîda bi cîh bûye.

New York Times ji zarê du karbidestan dîyar kir ku nêzî kamyonetê hîn nivîsên Erebî yên ku peywendîyên bi Dewleta Îslamî (DAIŞ) re nîşan didin hatine dîtin.

Li gor daxuyanîya fermî ya Emnîyeta New Yorkê, êrîşvan bi qelibîna li maşîneyeke dibistanê rawestiyaye û piştî ji kamyonetê derketiye, ji alîyê polîsekî li wir ji zik hatiye birîndar kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump, li dû êrîşê di twîteke de xwe de got ku ‘’Piştî me DAIŞ li Rojhilata Navîn û li derên têk bir, divê em destûr nedin wê ku vegere û di welatê me keve. Bes e!’’

XS
SM
MD
LG