Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Zimanê Dayikê û Rewşa Kurdî li Tirkîyê


Roja Zimanê Dayikê û Rewşa Kurdî li Tirkîyê
Roja Zimanê Dayikê û Rewşa Kurdî li Tirkîyê

21’ê Sîbatê li cîhanê wekî ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” tê pîroz kirin. Kurd jî bi gelek panel, konferans û xebatên din yên ser zimên, vê rojê pîroz dikin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de, zimanzan Newzad Hirorî li rewşa Kurdî ya li Tirkîyê dipeyîve.

Birêz Hirorî dibêje, tevî ku hikûmeta Tirkîyê çend gavên girîng li ser zimanê Kurdî avêtibin jî, zimanê Kurdî hîn jî bi fermî nayê nas kirin. Divê, Kurdî li herêmên ku Kurd lê piranî ne bibe zimanê fermî û dewlet ji wî re mesrefan bike.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG